MÛŞ - Malbata leşkerê hatibû kuştin qeza kir: Miriyek û 5 birîndar

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Maşallah Abakay Mûş Qeza Malbat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Muşê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîla malbata leşkerê li herêma Zap-Avaşînê hatibû kuştin qeza kir.

Di qezayê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îro ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, gerîlayên PKKyê li herêma Zap-Avaşînê bi ser baregeha leşkeran de girtiye.

Di çalakiya gerîlayan de leşkerê wan ê bi navê Maşallah Abakay hatiye kuştin.

Parêzgarê Mûşê ragihand ku li herêma Zozanên Şênê ya Mûşê dema mirovên leşkerê hatiye kuştin xwestiye biçin merasîma termê wî, otomobîla wan wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê kesên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst