MÛŞ – Barhilgir û otomobîl li hev qelibîn: Mirî û birîndar hene

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mûş Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kopê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn û di qezayê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Li nêzîkî gundê Banokiyê yê Kopê, otomobîl û barhilgira ku hîn jî nasnameya ajokarên wan nehatine tespîtkirin li hev qelibîn.

Di qezayê de barhilgir wegeriya û kesekî di otomobîlê de canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Her wiha şofêrê barhilgirê jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, îtfaiye û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst