Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Milazgirê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê servîsa mamostayan ji ber qeşayê wergeriya, di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Li ser rêya di navbera Milazgir û gundê Şeboyê de li nêzîkê gundê Serdawutê, servîsa mamostayan ji ber ku rê qeşa giritbû wergeriya.
Di qezaya trafîkê de şofêr û 7 mamosta birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendursitiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên Milazgir û Kopê.
Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse