Li Qamişlo Partiya Pêşverû û PDK-Sê bi hev re civiyan

22-09-2020
RÛDAW
Yekrêziya partiyên Kurdî û avakikirina Lêvegera Kurdî ya Bilind mijara sereke ya wê civînê bû
Yekrêziya partiyên Kurdî û avakikirina Lêvegera Kurdî ya Bilind mijara sereke ya wê civînê bû
Nîşan Partiya Pêşvesrû PDK-S
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civînek navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) û Partiya Pêşvero hat sazkirin.

PDK-S û Partiya Pêşvero îro Sêşemê 22yê Îlona 2020an li bajarê Qamişlo bi mebesta gotûbêjekirina Lêvegera Kurdî ya Bilind civiyan.

Li gorî agahiyên berdest, yekrêziya partiyên Kurdî û avakikirina Lêvegera Kurdî ya Bilind mijara sereke ya wê civînê bû û herweha mijara tevlîbûn û beşdarbûna hemû partiyên rojavayê Kurdistanê hate gotûbêjkirin.

Berî niha jî endamê polîtburoya siyasî ya Partiya Pêşvesrû Ehmed Silêman ji Rûdawê re gotibû ku partiyên ENKS nexwetine ew tevlî Lêvegerê bibin û ew û Partiya El Wehdê ji projeya yekrêziya partiyan hatine dûrxistin.

Endamê Polîtburoya PDKSê Beşar Emîn ji Rûdawê re ragihand, civîna wan baş bû û wan bi zelalî ji  got, ew ne berpirsê bûn ji dûrketina Pêşverû ji ENKSê.

Beşar Emîn diyar kir ku peywendiyên wan ligel wan partiyan her tim baş bûye û niha jî danûstandinên wan hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst