Li Rojavayê Kurdistanê efûya giştî: Kî dikevin ber efûyê?

08-04-2024
Hisên Omer
Serokê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya Komîteya Mafên Mirovan a li Sûriyeyê/Wêne: Rûdaw
Serokê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya Komîteya Mafên Mirovan a li Sûriyeyê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Efûya Giştî ENKS PDK-S
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi minasebeta Cejna Remezanê, efûya giştî ragihand.

Roja şemiyê, Encûmena Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê yasaya efûya giştî pejirand.

Ev yasaya efûyê ji xeynî tawanên terorê, madeyên hişbir û tawanên bêexlaqî hemû tawanên berî pejirandina yasayê li xwe digire.

Girtina endamên PDK-S û ENKSyê

Lê tenê çend rojan berî pejirandina yasayê û di nava hefteyekê de, hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, 4 endamên ENKS û PDK-Syê girtin.

Endamên PDK-S û ENKSyê yên hatine girtin ev in:

Endamê PDK-Syê Rakan Ehmed 29ê Adarê li Girkê Legê hatiye girtin

Herwiha 1ê Nîsanê Endamê ENKSyê Merwan Hisên li Girkê Legê û Endamê Partiya Gel û ENKSê Hesam Dorsin li Dêrikê hatin girtin.

Li aliyê din, Endamê PDK-Syê Ehmed Sofî li ser rêya Dêrikê hat girtin.

Endamên PDK-S û ENKSyê piştî bidawîhatina dema wergrtina destûra partiyan a li Rojavayê Kurdistanê hatin girtin.

Di derbarê girtinê û yasaya efûyê de, Serokê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya Komîteya Mafên Mirovan a li Sûriyeyê (MAF) ji Rûdawê re axivî.

“Gotina azad di ser her tiştî re ye”

Serokê Ofîsa Pêwendiyên Komîteya Mafên Mirovan Mehmûd Eyûb got:

"Em bi giringî lê dinêrin. Xeletiyeke mezin kirine. Çawa tu efûyekê derdixî û dûvre 4 kesên xwediyê gotina azad dixî zindanê.

Em hêvî dikin ku ew kes bi lezgînî werin berdan. Ez vê yekê ne wekî şexsekî dibêjim.

Em bi navê Komîteya Mafên Mirovan a li Sûriyê (MAF) dibêjin divê ev mesele li hemû Sûriyeyê çareser bibe.

Ji vê meseleyê re alîkar bin û gotina azad di ser her tiştî re ye."

Girtina endamên PDK-S û ENKS piştî bidawîhatina dema destnîşankirî ya wergrtina destûra kar a partî û rêxistinan a li Rojavayê Kurdistanê hatiye.

Encûmena Niştimaniya Kurd (ENKS) tekez kiribû ku ew destûra kar ji Rêveberiya Xweser wernagirin.

Li Rojavayê Kurdistanê efûya giştî hat ragihandin

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe de bi boneya Cejna Remezanê efûyek derxist.

Meclisa Gelan Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi ser Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ve ye civîna xwe ya 96an li dar xist.

Di civînê çend projeyasayên girêdayî kar û hilbijartinên şaredariyan û efûya giştî hat gotûbêjkirin.

Di civînê de Meclisa Gelan a Demokratîkê biryareke efûyê erê kir.

Li gorî biryarê dê sûcên beriya 6ê Nîsana 2024an hatine kirin, bên efûkirin.

Ev yasaya efûyê ji xeynî tawanên terorê, madeyên hişbir û tawanên bêexlaqî hemû tawanên berî pejirandina yasayê li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst