ÎLAM - Gule li hev reşandin: Nîka hat kuştin, dêya wê birîndar e

11-01-2024
Nîşan Îlam Zarok Dayîk Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îlama Rojhilatê Kurdistanê, di pevçûna du kesan de zarokek hat kuştin û dêya wê birîndar bû.

Li gorî agahiyên polîsan, li taxa Çalserayê ya Îlamê du kesan gule berdane hev lê gule li zarokekê û dêya wê ketine ku di wê derê re derbas dibûn.

Şeş salî bû

Fermandarê Polîsên Îlamê Qudret Heyderîzad da zanîn, navê zaroka ku hatiye kuştin Nîka Ehmedîzad e û ew şeş salî ye.

Heyderîzad herwiha destnîşan kir ku dêya Nîkayê jî birîndar e û li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Hat zanîn ku Nîka li bexçeyê zarokan bûye û dema bi dêya xwe re vedigeriya malê vê bûyerê rû daye.

Li gorî gotinên şahidan, van du kesan piştî qezayeke trafîkê gule li hev reşandine.

Polîsan ragihand ku ew du kes reviyane lê nasnameya wan diyar e û hêzên ewlehiyê bi pey şopa wan ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst