Li Enbarê qeza: 4 heciyên Kurd mirin

22-06-2024
RÛDAW
Nîşan Meke Heciyên Kurd Qezayên Trafîkê Enbar Rûmadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 4 heciyên ji Silêmaniyê dema ji Hecê vedigeriyan li Enbarê di qezayeke trafîkê de mirin.

Berdevkê Birêveberiya Tenduristiyê ya Enbarê Enes Qeys Anî li ser qezayê ji Rûdawê re axivî.

Li gorî gotina Enes Qeys Anî, 4 hecî bi rêya bejayî ji Hecê vedigeriyan û li herêma Hamziyeyê ya Rûmadiyê otomobîla wan wergeriyaye.

Enes Qeys Anî da zanîn ku 4 heciyên ji Silêmaniyê wefat kiriye û heciyeke din jî birîndar e.

Enes Qeys Anî amaje bi wê yekê jî kir ku cenazeyê 4 Heciyan li Saziya Tiba Dadî ya Rûmadiyê ye û heciya birîndar jî li nexweşxaneya Rûmadiyê tedawî dibe.

Heciyek birîndar e

Li aliyê din, parlamentera Parlamentoya Îraqê Sirwe Mihemed jî li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî.

Sirwe Mihemedê da zanîn ku wê ji Birêveberiya Tenduristiyê ya Enbarê agahî standine ku 4 Heciyên Kurd ên ji Silêmaniyê dema ji Hecê vedigerin otomobîla wan qeza kiriye.

Li gorî gotina Sirwe Mihemedê 2 heciyên jin û 2 heciyên mêr jiyana ji dest daye.

Heciya bi navê Şîrîn Reza Abidê jî birîndar e û li nexweşxaneyê tedawî dibe.

Li gorî belgeyên di nava otomobîlê de hatine dîtin navê heciyên di otomobîlê de bûne wiha ne:

- Casim Hesen Husên

- Mistefa Hesen Ferec

- Tenya Kamîl Kake Bira

- Neîme Usman Husên

- Şîrîn Reza Abid

Divê were gotin ku Rûmadî navenda parêzgeha Enbarê ya Îraqê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst