Şandeya Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî gihişt Tehranê

22-05-2024
RÛDAW
Şandeya Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî gihişt Tehranê / Wêne: Rûdaw
Şandeya Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî gihişt Tehranê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Şandeya Herêma Kurdistanê Tehran Îbrahîm Reîsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî gihîşt ji bo beşdarkirina merasîma cenazeyê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî gihişt Tehranê.

Bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Alîkarê Serok Mistefa Seyîd Qadir û Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed hene.

Balafira ku rayedarên Herêma Kurdistanê tê de bûn saet 14:30an gihişt Balafirgeha Tehranê.

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev 19ê vê mehê li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Enqaza helîkopterê piştî ketina wê 15 saetan bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst