Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê pilingek çû nav gundekî û çend serî pez xeniqandin û birîndar kirin.
Bûyer 21ê Sibata 2025an li gundê Ferhadavayê yê bajarê Dereşara parêzgeha Îlamê rû da.
Birêvebirê Polîsê Dereşarê Kerem Husênî got ku piling 4 serî mîh xeniqandine û 5 seriyên din jî bi giranî birîndar kirine.
Kerem Husênî diyar kir ku di encama êrişa piling de gundî bi selamet in û ti kes birîndar nebûye.
Dereşar dikeve quntara çiyayên Zagrosê û nêzîkî daristanê ye.
Ji ber vê yekê gelek caran xelkê herêmê bi taybetî jî gundî ajelên wekî hirç, piling, gur û ajêlên din ên kovî dibînin.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pilingê Kurdistanê yek ji wan ajêlan e ku metirsiya tunebûnê li ser heye.
Ji ber vê yekê dema piling êrişî keriyên pezan dike, qedexe ye ku êrişî piling bê kirin, lê ji aliyê Birêvebiriya Parastina Jîngehê ve ziyanên xelkê tên qerebûkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse