Tirkiyê bertek da çalakiya li Swêdê

22-01-2023
RÛDAW
Nîşan Swêd Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bertek nîşanî çalakiya li Swêdê ya ku alên PKK û YPGê û posterên Ocalan hatin hildan, da.

Komek ku alên PKK û YPGê hilgirtibûn li Meydana Norra Bantorget a paytexta Swêdê Stockholmê kom bûn û bi daxwaza betalkirina peymana ku Swêdê di pêvajoya endamtiya NATO’yê de bi Tirkiyeyê re îmze kiribû, çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de ji bilî posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, marîyoneteke ku dişibe rûyê Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan jî hat hilgirtin.

Hat ragihandin ku di çalakiya ku ji aliyê Komîteya Rojava, Partiya Maf û Sosyalîst û Partiya Çep ve hat organîzekirin de heta qada Medbargare Platsenê meşiyan.

Piştî çalakiyê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek belav kir û ji ber ku rê bi çalakiyê hatiye dayîn Swêdê şermezar kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê herwiha got “Gotina ku em bi sozên di Peymana Sê Alî de girêdayî ne û bicîanîna van sozan du mijarên cihê ne.

Em careke din tekez dikin ku em li bendê ne ku Swêd li gorî sozên xwe yên di Peymana Sê Alî de, ji axaftinê wêdetir, bi taybetî di warê têkoşîna li dijî terorê de gavên berbiçav û bi bandor bavêje.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst