Dadgeha Swêdê daxwaza Tirkiyê ya radestkirina du kesan red kir

14-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Swêd Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Swêdê radestkirina du kesan bo Tirkiyê bi sedema ku “Hincetên Tirkiyê li Swêdê ne tawanin” red kir.

Roja Pêncşemê 13ê Temûza 2023an, Dadgeha Bilind a Swêdê radestkirina du welatiyan bo Tirkiyê paş xist ku daxwaza radestkirina wan bi piştevanîkirina endambûna Swêdê ya Hevpeymaniya NATOyê ve girêdayî bû.

Tirkiye bi hinceta "aplîkasyona bylock daxistiye telefona xwe û bi kar aniye" daxwaz dike ku ew her du kes bên radestkirin.

Dadgeha Bilind a Swêdê ragihandiye ku daxistina wê aplîkasyonê bi tenê nikare bibe nîşane ku pêwendiya wan bi Tevgera Gulen re heye.

Dadgeha Bilind a Swêdê diyar kiriye ku di egera radestkirina wan bo Tirkiyê de, ew du kes dê rûbirûyî îşkenceyê bibin. Biryara hikûmeta Swêdê ya ji bo radestkirinê jî, bi biryara dadgehê ve girêdayî ye.

Biryara Dadgeha Bilind a Swêdê tenê du roj piştî wê yekê tê ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan razî bû ku dosyeya endambûna Swêdê di NATOyê de bişîne parlamentoya welatê xwe, da ku deng li ser wê biryarê bê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst