HPGê li ser êrîşa Mêrdînê û kuştina 5 welatiyên Kurd daxuyanî da

22-01-2023
RÛDAW
Nîşan HPG PKK Mêrdîn Êrîşa Mêrdînê Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baskê çekdar ê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) êrîşa li Mêrdînê ku di encam de 5 welatiyên Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan weke bûyereke “pir tarî” nirxand û ragihand, dibe ku êrîşeke bi plankirî be.

Baskê çekdarî yê PKK’ê, HPGê têkildarî bûyera kuştina 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên li Mêrdînê daxuyaniyek weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê derbarê bûyerê de ragihandiye, “Şeva 19’ê Çileyê li Mêrdînê 5 welatiyên me yên ji Başurê Kurdistanê bi awayekî hovane hatin qetilkirin” û diyar kiriye, kesên di bûyerê de hatine kuştin, ji eşîra “Rêkanî” ya sînorê parêzgeha Duhokê ne û ew wek kesên “welatparêzên eşîra Rêkanî” bi nav kirine.

HPG di daxuyaniya xwe de dibêje, “Ev malbata ku hatiye qetilkirin, welatparêzên eşîra Rekanî ne û gelek caran gund û herêmên wan bûne hedefa êrîşên dewleta Tirk û di van êrîşan de gelek ji wan şehîd ketine. Ji ber ku ev mirovên me di hedefa dewleta Tirk de ne, tê dîtin ku bûyera dawî ya li Mêrdînê bûyereke tarî ye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de HPG Tirkiyê tohmetbar dike ku hewl dide bûyerê weke dozeke edlî nîşan bide û wiha dibêje: “Balkêş e ku dewleta Tirk hewl da vê bûyerê weke dozeke edlî nîşan bide û ji aliyê dozgeriyê ve biryara nepenîtiyê da. Ji ber vê yekê, dibe ku ev êrîşeke kontrayî ye ku di çarçoveya têkbirina Kurdan de hatiye kirin. Em Hêzên Parastina Gel diyar dikin em dê vê bûyerê bişopînin û hesab bipirsin.”

Baskê çekdarî yê PKKê herwiha ji ber bûyerê sersaxî ji malabtên qurbaniyan re xwestiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst