Yekemîn rûniştina tohmetbarên kuştina 5 welatiyên Duhokî îro bi rê ve diçe

27-07-2023
Nîşan Êrişa Mêrdînî Duhok Mêrdîn Dadgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro yekemîn rûniştina tohmetbarên kuştina 5 endamên du malbatên Duhokî li dadgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi rê ve diçe.

Şeva 19ê Kanûna Paşîn a 2023an li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê di êrîşeke çekdarî de hatibûn kuştin.

5 tohmetbarên bûyerên yên ji Bakurê Kurdistanê, piştî ku şeş meh di ser bûyerê ve bûn, îro demjimêr 09.30an yekem rûniştina dadgehkirina wan destpêkir.

Abdullah K, û Faris A tometbarên sereke ne, Îbrahîm D, Murat Y û Çîgdem B jî alîkariya wan kiriye.

Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê vê êrîşê de dabû destpêkirin hatibû temamkirin.

Îdianameya lêpirsîna derbarê bersûcên girtî Abdullah K, Faris A, Murat Y. û Îbrahîm D. hat amadekirin de ji aliyê  Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ya 4emîn ve hatibû qebûlkirin.

Di îdianameyê de ji bo bersûcên girtî Abdullah K. Faris A. û Murat Y. ji ber tawanên "kuştina bizanebûn" û "talan" cezayê hepsê yê heta hetayê û ji 11 salan heta 18 salan cezayê hepsê tê xwestin.

Herwiha ji bo Îbrahîm D. jî ji ber tawanê "çek û gule bêdestûr xistine welat û firotine" ji 5 salan heta 12 salan cezayê hepsê tê xwestin.

Mirovên qurbaniyan diaxivin

Xizmên qurbaniyan li ber Dadgeha Mêrdînê ji Rûdawê re axivîn û wan xwest ku tawanbar bêne cezakirin.

 

Herbî Celaledîn ku endamê malbateke qurbaniyan e ji Rûdawê got, ew dixwazin ku dadgeha Mêrdînê mafê wan vegerîne û sizayeke tund bide tawanbaran.

"Em li hêviya wê yekê ne ku dadgeh rastiya vê bûyerê derxe"

Herbî Celaledîn got: “Em li hêviya wê yekê ne ku dadgeh rastiya vê bûyerê derxe ku heta niha li dezgehên îstixbarata nehatiye diyarkirin. Em li bendê ne ku bikuj bêne cezakirin û kiryarên weha dubare nebin û xwîna wan belaş û vala neçe.”

“Bi plan bûye”

Herbî Celaledîn herwiha got ku pêwîst e di dadgehê de hemû tişt diyar bibin û di vê bûyerê de gelek tiştên seyr hene weke kuştina hemûyan di serî de û gelek gumanên wan hene ku ev bi plan hatiye kirin.

Necim Ebdulla ku sê endamên malbata wî xwîşk, bira û bavê wî  di wê bûyerê de bûne qurbanî, ji Rûdawê re ragihand, dadgeha Mêrdînê û Tirkiyeyê li pêşya ezmûneke mezin e ku divê rola xwe ya dirust bibîne.

“Divê biryara cezakirinê were dayîn”

Necim Ebdulla herwiha got: “Divê tawanbaran bi tundî bêne cezarkirin û pêwîst e biryarên biwêr û bihêz ji dadgehê bêne derxistin. Wan ti dijminkarî bi wan kesan re nebûye.”

Çi bibû

Şeva 19ê Kanûna Paşîn a 2023an li ser rêya sereke ya di navbera Nisêbîn-Mêrdînê ji 2 malbatan 5 kesên ji parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê di otomobîlekê de hatibûn kuştin.

Ebdullah Salih Mistefa û Ehmed Celaledîn Îbrahîm ên ku wan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû li Duhokê du melayên naskiribûn.

Ebdullah Salih Mistefa bi hevjîna xwe Çîmen Şahîn Xalid û keça xwe Hindirîn Ebdullah Salih re diçûn serdana xizmên xwe yên li Samsûnê.

Wahîde Heyder Casim li Amedê civanê doktor hebû û bi kurê xwe mela Ehmed Celaleddîn Îbrahîm re ji bo dermankirinê çûbûn.

Piştî bûyerê lêkolîn hatibû destpêkirin û 5 kes hatibûn desteserkirin.

Roja 23ê Kanûna Paşîn a 2023an gumanbar piştî temambûna karûbarên îfadeyê li dozgeriyê bo Dadgeha Mêrdînê hatine birin.

Piştî ku li dadgehê îfadeyên wan hatin wergirtin, her pênc gumanbarên bi navên Faris A., Abdullah K., Ç,B. û Murat Y. û M.Ş. bi daxwaza girtinê bo Dadweriya  Sulhê ya Cezayê hatin şandin.

Piştî îfadeyan dadwer, derbarê Faris A., Abdullah K., Ç,B. û Murat Y. biryara girtinê da û kesê bi navê M.Ş jî bi mercê kontrola dadî hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst