Li Bakurê Kurdistanê sermayeke zêde heye: Çemê Mûradê qerisî

21-12-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Serma Agirî Erzirom
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Serhedê yên Bakurê Kurdistanê, sermayeke zêde heye û pileya germê di bin sifirê de ye.

Li Agirî Çemê Mûradê qerisî û li Erdexanê ji ber qeramê barhilgir di rê de man.

Li parêzgeha Agirî erd ji berfê spî bûye û bi şevan pileya germê heta bin sifirê 8 dadikeve.

Rûyê Çemê Mûradê ku çavkaniya wê ji navçeya Giyadinê ya Agirî derdikeve qeşa girt.

Li herêmên bilind ên Erdexanê ji ber pûk û qeşayê barhilgir di rê de man.

Li herêmê çûn û hatin zehmet bûye.

Li parêzgehên din ên wekî Erzirom, Wan, Erzîngan û Qersê jî sermayeke zêde heye û pileya germê bi şevan di bin sifrê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst