Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê berê yê çavkaniyên xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî koça dawî kir.
Hat ragihandin ku Aştî Hewramî piştî emeliyatê wefat kiriye.
Aştî Hewramî li kabîneyên şeşem, heftem û heştem wezîrê çavkaniyên xwezayî bû û li kabîneya nehem jî alîkarê serokwezîr ê kar û barên enerjiyê bû.
Hewramî sala 1948an hatiye dinê.
Ji 1975an heta 1982yan li Brîtanyayê endezyariya petrolê kir.
Sala 1978an li Skotlandê di biwarê endezyariya petrolê de mastrera xwe qedand.
Sala 2006an jî bû Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê.
Şîna wî dê îro berê li Hewramanê û paşê jî li Silêmaniyê bên danîn.
Nêçîrvan Barzanî: Ez şirîkê xemên wan im
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî wefata Aştî Hewramî peyamek belav kir û û got:
"Ez sersaxiyê ji xizm û malbata hevrê û hevkarê xwe dikim.
Ez hevsoz û şirîkê xemên wan im."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse