Serokkomarê Kolombiyayê xwest ku hemû wezîr îstifa bikin

10-02-2025
Nîşan Gustavo Petro Kolombiya Wezîr Îstîfa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro piştî ku di civîna kabîneyê ya di weşana zindî de gelek nîqaş derketin daxwaza îstifaya hemû wezîran kir.

Petro di daxuyaniya xwe ya li ser Xê de xwest ku ne tenê wezîrên di kabîneyê de, her wiha rayedarên payebilind jî îstifa bikin.

Serokkomarê Petro got, "Min daxwaza îstifaya fermî ya wezîran û birêvebirên îdarî kir.

Ji bo hevsengiya bi bernameya ku gel emir kiriye re dê di kabîneyê de hinek guherîn çêbibin.

Ez dê bi temamî li ser bicihanîna bernameyê rawestim."

Beriya vê banga Petro, Wezîrê Çandê Juan David Correa û Wezîra Jîngehê Susana Muhamad ragihandibû ku wan ji karê xwe îstifa kiriye.

Di civîna kabîneyê ya ku 5ê Sibatê bi awayê zindî di televîzyonê hat weşandin de, di navbera Wezîra Karên Derve Laura Sarabia, Alîkara Serokkomarî Francia Marquez, balyozê berê Armando Benedetti û Wezîra Jîngehê Susana Muhamad de nîqaşên dijwar derketin.

Marquezê rexne li Sarabiayê girtin û got: "Ez ji helwesta Laura Sarabiayê ya di vê hikûmetê de ya li hemberî me ne razî me.

Ez neçar mam ku jê re bibêjim 'Rêzê li min bigire, ez alîkara serokkomar im'.

Her çend ez piştgiriya biryara we nakim jî (behsa Petro kir) ez rêzê li biryara we digirim."

"Berpirsyariya her wezîrî heye”

Sarabiayê jî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got:

"Berpirsyariya her wezîrî heye û kabîneya wezîran diyar dike ku pêdiviyên gelê Kolombiyayê dê çawa pêk bîne.

Me îro ev yek pêk neanî û me ev qad şêlû (girik) kir. Îşev şevek e ku divê em li serê bifikirin."

Petro jî bertek nîşanî wezîran da û îşareta revîzyonê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst