Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê 54 saliya Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 54 saliya damezirandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyî pêşkêşî hemû mamoste û zanayên olî yên Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Bi germî pîrozbahiyê li serok û endamên Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê û hemû mamoste û zanayên olî dikim, hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman:

“Em hebûn û têkoşîna Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê hem di dema şoreşê û hem jî di dema azadiyê de bilind dinirxînin.

Bi vê minasebetê em hemû şehîdên Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê bi bîr tînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst