Lêpirsîna Narîn Guranê - Nevzat Bahtiyar: Ez dê her tiştî bêjim

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îtalya Koçberî Narîn Guran Doza Narîn Guranê Salîm Guran Nevzat Bahtiyar Yuksel Guran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nevzat Bahtiyarê ku di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guranê de hatibû girtin careke din îfade da û got, “Wîjdana min ne rihet e. Ez dê her tiştî bêjim. Salîm ji min re got ku wî Narîn kuştiye.”

Lêpirsina doza Narîn Guranê berdewma dike, tohmetbarê bi navê Nevzat Bahtiyar, li ser kuştina Narîn Guranê careke din xwest îfadeyê bide.

Li ser daxwaza xwe Nevzat Bahtiyar careke din sewqî dadgehê hat kirin.

“Narînê dêya xwe û apê xwe bi hev re dîtin”

Nevzat Guran li ser Selîm Guran îfade da û got:

“Selîm Guran ji min re got ku tekîliya wî ya cinsî bi dayika Narînê, Yuksel Guranê re hebû.

Keçikê ew dîtine û wî jî keçik xeniqandiye.

Salîm ji min re got tu niha hevkarê min î.

Ji ber ku tu şahidê vê bûyerê yî, tu dê vî cenazeyî winda bikî.

Heger tu vî karî nekî ez dê kurê te yê diçe dibistana futbolê bikujim. Piştî wê ez dê 200 hezar lîreyî bidim te.”

Li gorî zanyariyan Nevzat Bahtiyar ji dadgehê xwestiye ku her tiştî bi awayekî eşkere bibêje û hemû zanyariyên wî yên li ser bûyera Narînê bide dadgehê.

Rojnameya Sozcuyê belav kir ku Nevzat Bahtiyar doh bi şev di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de bi awayekî veşartî bir dadgehê.

Nevzat Bahtiyar 4 saetan li dadgehê îfade da û da zanîn ku apê Narînê, Salîm Guran bi dêya Narînê, Yuksel Guranê re têkiliyekî zayendî daniye û Narînê jî dêya xwe û Salîm bi hev re dîtine.

Nevzat Bahtiyar îdia kir ku piştî ku Narînê dêya xwe û apê xwe bi hev re dîtine ji aliyê apê xwe ve hatiye kuştin.

Nevzat Bahtiyar di berdewamiya îfadeya xwe de eşkere kir ku dema wî bala xwe daye mala Arîf Guran dîtiye ku dayika Narînê, Yuksel Guran digiriya.

Nevzat Bahtiyar eşkere kir ku wî Narîn Guran nekuştiye bi tenê wî li ser daxwaza Salîm Guran ew di çem de veşartiye.

Çi bûbû?

Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxê li gundê Çilûyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Ji wê demê ve Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bûyerê de lêpirsînek dabû destpêkirin.

Di encama lêpirsînê de dayika Narînê, bira û mamê wê jî di nav de 11 kes hatine girtin û gelek kes jî hatine desteserkirin.

Li gorî rapora tiba edlî, Narîn Guran hatiye xeniqandin.

Her wiha hat gotin ku şileya ku di dema xeniqînê de ji devê Narînê derketiye bi destê mamê wê Salîm Guran ketiye û ji wir bi kursî û dîreksiyona otomobîlê ketiye.

Hat tespîtkirin, ji ber ku term xera bûye di derbarê dema mirina wê de zanyarî nikarin bên dayîn.

Li aliyê din, di çarçoveya lêkolîna kuştina Narîn Guranê de tevî dayik, bira û apê wê û hevjîna apê wê 12 kes wekî tohmetbar hatine girtin.

2 dozgerên komariyê li ser dosyayê kar dikin û herî dawî Baroya Amedê jî li ser daxwaza birayê Narînê yê bi navê Baran Guran tevlî dozê bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst