HPGyê nasnameyê fermandarekî xwe eşkere kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şiyar Efrîn HPG Şerê PKK û Tirkiyeyê Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku fermandarê wan ê bi navê Şiyar Efrîn di êrişekê de canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê diyar kir ku fermandarê wan ê bi navê Şiyar Efrîn meha Tîrmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şer de canê xwe ji dest daye.

Navê fermî yê Şiyar Efrîn, Lokman Îsmaîl e û li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê Şiyar Efrîn sala 1994an tevlî PKKyê bûye û perwerdeya xwe ya yekem ji Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan distîne.

HPGyê diyar kir ku Şiyar Efrîn li herêmên, Zap, Zagros, Botan û gelek herêmên din ên Kurdistanê wekî fermandar xebitiye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst