Li Hesekê şer rawestiya: Çi li Ebdilqadir Hemo hat?

21-09-2023
Hisên Omer
Li Hesekê şer rawestiya: Çi li Ebdilqadir Hemo hat?
Li Hesekê şer rawestiya: Çi li Ebdilqadir Hemo hat?
Nîşan Hesekê Şer û Pevçûn Ebdilqadir Hemo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê bi çekên giran û sivik şerê kolan bi kolan dihat kirin.

Şer di navbera artêşa Sûriyeyê û çekdarên Hêzên Parastina Niştimanî ya bi fermandariya Ebdilqadir Hemo bû.

Li gorî çavkaniyên ku ji nav bajarê Hesekê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîne, şer ji serê sibeha pêncşemê ve rawestiyaye û êdî dengê teqînan nayê bihîstin.

Heta niha rewş bi temamî nehatiye yekalîkirin

Xwediyê ofîseke bazirganiya xaniyan a taxa Miftiyê ya Hesekê Seîd Yûsif ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku xelkê navçeya şer heta niha dorpêçkirî û asê maye.

Seîd Yûsih diyar kir ku rewşa Ebdilqadir Hemo heta niha diyar nebûye.

Xwediyê ofîseke xaniyan Seîd Yûsif got:

“Hinek ji wan ji çargoşeyê derketine û hatine cem me. Li herêma Rêveberiya Xweser rewş aram e.

Hinek dibêjin Ebdilqadir Hemo hatiye kuştin, hinekî jî dibêjin zindî ye.”

Ji encama şer û pevçûn, hejmareke mezin a niştecihên taxên şer malên xwe bi cih hiştibûn û berê xwe dabûn taxên di bin destê Rêveberiya Xweser de.

Hêzên Asayîşê ku asta amadebaşiya xwe bilind kiribûn alîkariya koçberan kirin daku ew bigihêjin cihên aram.

Çavkaniyekî ji nav bajarê Hesekê ji Rûdawê re ragihand ku saziyên hikûmetê karên xwe ragirtine, li ser biryara rêveberiya perwerdeyê dibistan heta roja yekşemê hatin girtin.

Heman çavkaniyî ji Rûdawê re destnîşan kir, niştecihên ku koçber bûne, ji ber ku egera derketina şer û pevçûn hîn heye, heta niha jî nikarin vegerin malên xwe.

Efserek û 2 serbazên Hikûmeta Sûriyeyê hatine kuştin

Çekdarên Hêzên Parastina Niştimanî yên ku dorpêçkirî ne bi şevê rêyan ji xwe re dibînin û diçin ser malên welatiyan.

Li gorî çavkaniyên bijîşkî yên ser bi Hikûmeta Sûriyeyê ve, ji ber şer û pevçûnan, li bajarê Hesekê jinekê canê xwe ji dest daye û 6 sivîl jî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyan di şer de, efserek û 2 serbazên Hikûmeta Sûriyeyê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst