Ji ber bombebaranên Tirkiyê gundên Batîfayê têne valakirin

21-07-2023
Heyder Doskî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Batîfa
A+ A-

Batîfa (Rûdaw) - Xelkê gundê Keşanê yê girêdayî qeza Batîfa ku dikeve ser Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ji ber operasyonên Tirkiyê neçar dimîn ku gundê xwe vala dikin.

Gundê Keşanê avedankirî ye û jiyan lê şên bû, lê ji ber şer û topbaranên berdewam yên Artêşa Tirkiyê, xelkê gund malên xwe vala kirine û derbider bûne.

Xelkê gund ji aliyên peywendîdar dixwazin ku rêyekê ji wan re bibînin, ji bo ku ew careke din vegerin ser gund û jiyana xwe ya berê.

Mamê Tahir ku xelkê gundê Keşanê yê û 200 bizinên wî hene, ew û 30 malên din gund 3 sal e ji ber operasyonên Tirkiyê ji gundê xu bêpar mane.

Xelkê gundê keşanê Tahir Smayîl dibêje “Eve bizinên me ne, bin van çadiran germ e û naqedînin, lê em neşên bi çi erdan ve biçîn. Me çi rê nînin, eger Keşan ewle biba niha dê bizinên me li ber avekî yan li ber sîberekê bûna. Av, elektrîk rê hemî diristin lê ne ewle ye, em newêrîn biçînê”

Keşanê avedan e û gundî nikarin biçine ser gundên xwe û  muxtarê gund jî bang li rayedaran dike.

Muxtarê Gundê Keşanê Haşim Umer got “Eve pênc an şeş car in gundê me tê rakirin. Beşek li vê derê ye, beşek li Batîfa ye û hindek li Zaxoyê ne. Xelkê me derbider bûye. Daxwaza me ji Hikumeta me bo me hindek xalên serbazî yên pasewanan nêzîkî gund deynin.”

Li sînorê qezaya Batîfayê 73 gund hene, 13 ji wan li xelkê qedexekirî ne û xelk nikara biçe ser gundên xwe.

Qeymeqamê Batîfayê Ferhad Mehmûd got “Pêşnyarên me hatîne kirin û bi singekî berifreh jî hatîne wergirtin, lê ji bo wê lêkolînek, çunke ew babetên serbazî ne û her dema biryar pê hate dan em dê xelkê xwe agahdar bikin û dê alîkar jî bîn.”

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, biryar bû di destpêka heyva 4ê ya îsal pênc xalên Zêrevanên sînorî li rûberê gundên Keşan, Şîlan û Şilênê bêne danîn û belinder jî hatiye diyarkirin, lê 3 meh derbaz bûn û hêşta ew biryar nehatine cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst