Xalên leşkerî hatin çêkirin: Gundî vegeriyan

19-05-2024
Xerîb Mecîd
Gundê Keşanê yê qezaya Batîfayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Gundê Keşanê yê qezaya Batîfayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Gundê Keşanê Batîfa Veger Xalên Leşkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêniyên gundê Keşanê yê qezaya Batîfayê ya Zaxoyê piştî 11 salan vegeriyan gundê xwe.

Gundê Keşanê beriya niha bi 11 salan ji ber êrişên Tirkiyeyê yên bi hinceta PKKyê hatibû valakirin.

Piştî ku Nobedarên Sînor ên Îraqê du xalên leşkerî li gund danîn, şêniyên gund bi şahî û govendan vegeriyan cih û warê xwe.

Dareke gwîzê ya ku temenê ji 200 salî mezintir e mehra Dexîlayê bû û ew şahida dîroka gund e.

Lê şer wekî ku gund kavil kiriye mehra Dexîlayê jî wêran kiriye.

Xeyn ji van du xalên Nobedarên Sînor ên Îraqê xaleke leşkerî ya Tirkiyeyê jî raserî gund e.

Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên leşkerî wergirtinê dê Nobedarên Sînor ên Îraqê li derdora gund du xalên din jî ava bikin.

Keşaniyên ku ji ber êrişên Tirkiyeyê ji warê bav û kalên xwe bûbûn piştî 11 salan bi kêf û şahiyeke mezin vegeriyan gundê xwe.

Keşanî bi govend û dîlanan li gundê xwe vegeriyan û niha nixwazin herêma wan aram bibe û karibin bi rehetî herin zozan û çiyayên xwe jî.

Kaşanî vegeriyan gundê xwe lê hîn jî gelek gund hene ku ji ber şer xir û xalî bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst