Piştî çûyîna rêxistinên biyanî mûçeyên karmendên kampên penaberan hatin birîn

21-06-2023
Heyder Doskî
Piştî çûyîna rêxistinên biyanî mûçeyên karmendên kampên penaberan hatin birîn
Piştî çûyîna rêxistinên biyanî mûçeyên karmendên kampên penaberan hatin birîn
Nîşan Kampa Penaberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Duhok a Herêma Kurdistanê piştî çûyîna rêxistinên biyanî mûçeyên karmendên kampên penaberan hat birîn.

Ela her roj serê sibê bi hesineke taybet avê berdide malên kampên penaberan. Ew niha bi xwebexşî vî karî dike, ji malbata wî 5 kes li hêviya mûçeyê wî ne lê 6 meh in dînarek jî bi dest neketiye.

Karmendê berdana avê ya Kampa Qadyayê Ela Elî diyar kir ku şeş meh in 1000 dînar jî ji mûçeyê wî nehatiye dayîn, her roj dibêjin îro sibe dê bidin.

Ela û çar kesên din li Kampa Qadyayê karê berdana avê dimeşînin û ew jî wek Ela bê mûçe ne. Berê mûçeyên wan ji aliyê rêxistineke biyanî ve dihat dayîn lê piştî guhertina awayê xebatê û vekişîna van rêxistinan, mûçeyên wan jî rawestiyane.

Pirsgirêk ne tenê li ser karmendên berdana avê ye. Li parêzgeha Duhokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê 15 kampên penaberan hene, li piraniya wan kampan jinavbirina zibil û paqijiyê heye.

Rêveberiya Koç û Koçberan dibêje piştî vekişîna rêxistinan pirsgirêkên li kampan zêde dibin.

Rêveberê Koç û Koçberan ê Duhokê Pîr Deyan got, “Piraniya girêbestên rêxistinên xêrxwaziyê bi dawî hatine, ji ber wê di kampan de pirsgirêk di komkirina zibil de derketine, her wiha pirsgirêk di sektorên tenduristî, perwerde û nûjenkirinê de jî derketine holê, ev ji bilî av û elektrîkê ne. Ev valahiya di demekê de derketiye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide wê valahiyê tijî bike lê ev yek barekî giran e li ser milê hikûmetê.”

Nêzîkî 1000 kesan li kampên penaberan ên parêzgeha Duhokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê karên xizmetguzariyê û pakkirinê dikin û mûçeyên wan di navbera 400 hezar û 500 hezar dînaran de ye, heta niha jî ti tiştî li ser çarenivîsa mûçeyên xwe nizanin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst