Li kampa penaberan pevçûn: 15 kes hatin kuştin, 150 kes birîndar bûn

14-09-2023
Nîşan Lubnan Kampa Penaberan Pevçûn Kuştin Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Lubnanê li kampa penaberên Filistînî ya Eyn el-Helwayê ji 7ê Îlonê ve pevçûn çêdibin.

Di van pevçûnan de 15 kes hatin kuştin û 150 kes jî birîndar bûn.

Agirbest hatibû ragihandin

Li gorî NNAya ajansa fermî ya Lubnanê, li kampa herî mezin ya penaberan di navbera Tevgera Fetihê û komên din ên Filistînî dê pevçûn dewam dikin.

11ê Îlonê di navbera van grûpan de agirbest hatibû ragihandin.

Hat gotin di pevçûnên navbera 7-14ê Îlonê de 15 kes hatin kuştin û 150 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ji bo ku pevçûn bisekinin hewl tê dayîn lê dîsa jî pevçûn naqedin.

Komîteya Çalakiya Hevpar a Filistînê, 11ê Îlonê da daxuyandibû ku li ser banga Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî di navbera koman da agirbest çêbû.

Şertê herî girîng ê agirbestê ew bû ku kesên Fermandarê Ewlehiya Neteweyî ya Filistînê Ebû Eşref el Armuşî û hevalên wî û Endamê Yekîtiya Ciwanên Misilman Ebdurehman Ferhûd kuştine teslîmî Lubnanê bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst