Odeya Bazirganiyê ya Rihayê li Herêma Kurdistanê ye

21-04-2024
RÛDAW
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Dogan Yetîm
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Dogan Yetîm
Nîşan Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê li Herêma Kurdistanê ye.

Şandeya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi armanca hevdîtinên bazirganî li Herêma Kurdistanê ye.

Karsazên endamê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê îro bi armanca pêşxistina pêwendiyên bazirganî gihiştin parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Dogan Yetîm serokatiya şandeya karsazên Rihayê dike.

Şandeya bazirganiyê îro bi Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dihokê re hevdîtinek kir.

Şandeya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê, roja 22 û 23yê Nîsanê dê li Hewlêrê bin û 23yê Nîsanê bi Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê û nûnerên Wezareta Bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê re hevdîtinan bikin û serdana xwe bi dawî bike.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Dogan Yetîm di civîna medyayê de ragihand ku ew ji bo pêşxistina pêwendiyên bazirganî hatine Herêma Kurdistanê.

Yetîm da zanîn ku Kurdistan wekî mala wan e û Riha ji bo geştyariyê cihekî girîng e û ji aliyê çandiniyê ve jî bajarê herî girîng e.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Dogan Yetîm anî ziman:

“Riha ji bo geştyariyê bajarekî girîng e û dîroka vedigere 12 hezar sal berî niha ku ji wê kevntir nîne. Şûna meqama Hz. Îbrahîm, zanîngeha yekem a cîhanê Zanîngeha Heranê li Rihayê ye.

Herwiha geliyê Tekoranê, Xelfetiya ku di bin avê de maye ev cihên me yên geştyariyê ne. Wekî din Riha di çandiniyê de pir mezin e. Em bazirganiyê bi cîhanê re dikin lê herî zêde em bi Kurdistanê re dikin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst