Hewlêr (Rûdaw) – Newroza Mezin îro li Ameda Bakurê Kurdistanê tê pîrozkirin û gel diherike qada Newrozê.
Agirê yekem ê Newroza îsal 12ê Adarê li navçeya Licê ya Amedê hat pêxistin û pîrozbahiyan heta îro dewam kir.
Îro jî dora Newroza Mezin a Amedê ye, şahî li Parka Newrozê tê lidarxistin.
#WÊNE - Amed ji bo Newroza Mezin amade ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2025
🔥 Hur û gir, kal û pîr berê xwe didin qada Newrozê #Newroz #Newroz2025 #Amed
📸 Hêvîdar Ehmed - Rûdaw pic.twitter.com/HlYadDk62a
Dik bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî"yê hatiye xemilandin gelek gotinên Abdullah Ocalan li qadê hene.
Gel ji 6 deriyan derbasî qadê dibe û ji serê sibehê ve herikîna ber bi qadê ve heye.
Gelek rojnameger û mêhvanên biyanî yên ji welatên cîhanê dê li Newroza Mezin bin.
Bi tevahî 629 rojnamegeran ji bo şopandina Newrozê akredîtasyon standiye.
#VÎDEO - Li Amedê gel diçe qada Newrozê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2025
🎙️ Parlamenterê DEM Partiyê Mahmut Dîndar: Piştî daxuyaniya Birêz #Ocalan bi me re kelecanek çêbû
🎙️ Mahmut Dîndar: Cîhanê piştgirî da vê bangê, heta niha gavek nehatiye avêtin
🎙️ Mahmut Dîndar: Dibe ku ji Îmraliyê peyamek were… pic.twitter.com/LKKU558UGD
Li gorî bernameyê, dê Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç, Sebahat Tuncel, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol, Hevseroka Giştî ya DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan biaxivin.
Di heman demê de dê Kemençe, Arhat, Grup Avna, Ayfer Duzdaş û Rewşan Çelîker derkevin ser dikê.
Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK çekan deyne û xwe fesix bike.
Tê payîn ku mijara sereke ya Newroza Amedê ev bang be û her wiha dibe ku peyameke din a Ocalan jî were.
#VÎDEO - Li Ameda Bakurê Kurdistanê gel ber bi qada Newrozê ve diçe
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2025
🔥 Dayîkeke Kurd, "Bila bi serkeftin be, bi azadî be"#Newroz #Newroz2025 #Amed pic.twitter.com/oAeS37lbJ4
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse