MÊRDÎN - Doza malbatên Dihokî hat taloqkirin

21-03-2024
RÛDAW
Nîşan Malbatên Dihokî Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina doza 2 malbatên Dihokî yên ku 19ê Kanûna Pêşîna 2023yan li ser rêya Mêrdîn û Nisêbînê hatibûn kuştin li Dadgeha Mêrdînê bi rê ve çû.

Dadgehê doz ji bo 13ê Hezîranê taloq kir.

Li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê 4emîn rûniştina doza 2 malbatên Dihokî bi rê ve çû.

19ê Kanûna Pêşîna 2023yan li ser rêya Mêrdîn û Nisêbînê ji 2 malbatên cuda yên Dihokî 5 kes di otomobîlekê de hatibûn kuştin.

Di rûniştina 4emîn a dozê de dadgehê biryar da ku hesabên bankayê yên tohmetbaran ji aliyê pisporan ve were lêkolînkirin.

Dadgehê herwiha rûniştina din a dozê jî taloqî 13ê Hezîrana 2024an kir.

Di rûniştina dozê de endamên malbatên Dihokî beşdar nebûn û li ser navê malbatan parêzerên wan di rûniştinê de amade bûn.

Dadgehê piştî guhdarkirina parêzeran biryar da ku hesabên bankayê yên tohmetbaran li dosyayê bên zêdekirin û ev hesab ji aliyê pisporan ve werin lêkolînkirin.

Herwiha dadgehê biryara berdewamiya girtina tohmetbarên girtî da.

Çi bûbû?

Şeva 19ê Kanûna Pêşîna 2023yan 5 kesên ji 2 malbatan cuda yên Dihokê di otomobîla xwe de bûn û ji Dihokê ber bi Amedê ve diçûn.

Malbat li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê hatibûn rawestandin û her 5 kesên di otomobîlê de hatibûn kuştin.

Di êrişê de Ebdullah Salih Mistefa (69), hevjîna wî Çîmen Şahîn Xalid û keça wan Hindirîn Ebdullah Salih (39) li cihê bûyerê canê xwe ji dest dabû.

Wehîde Heyder Casim (63) û kurê wê Ehmed Celaleddîn Îbrahîm (45) jî bi giranî birîndar bûbûn û ew bi birîndarî veguhastibûn nexweşxaneyê lêbelê tevî hewldanan wan jî canê xwe ji dest dabû.

Piştî êrişê derbarê Abdullah Kaplan, Faris Akseven, Murat Yîgît, Îbrahim Dogan û Çîgdem Bozkurtê de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Tohmetbarên bi navê Abdullah Kaplan, Faris Akseven ve Murat Yîgît ji ber sûcên wekî “talana bi şev, veşartina sûc û delîlan, beşdariya di talana çekdarî de” tên darizandin.

Herwiha tohmetbarê bi navê Îbrahim Dogan jî ji sûcê, “firotin û anîna çek û guleyln bêdestûr” tê darizandin.

Tohmetbara bi navê Çîgdem Bozkurt jî bi sûcê, “veşartin, tunekirin û guhertina sûc” tê darizandin.

Dadgehê ji bo Abdullah Kaplan, Faris Akseven û Murat Yîgît ji ber sûcên “kuştina bi qestî”, “talana giran” û “kirîn, hilgirtina çek û guleyan” ji 11 salan heta 18 salan cezayê heta hetayê dixwaze.

Ji bo Îbrahîm Dogan jî bi tohmeta “bê destûr û qaçax, çêkirin, veguhastin û firotina çekan” ji 5 salan heta 12 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst