Hinardekarên dexlûdan ji bakurê welêt tên başûrê welêt

15-05-2024
RÛDAW
Nîşan Hinartin Dexlûdan Mêrdîn Dihok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hinardekarên dexlûdan ên Bakurê Kurdistanê bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û bipêşxistina bazirganiyê tên Herêma Kurdistanê.

Yekîtiya Hinardekarên Berhemên Dexlûdan a Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, duh civîna xwe ya rêveberiyê li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê li dar xist.

Karsazên endamê Yekîtiya Hinardekarên Berhemên Dexlûdan a Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dê bi serokatiya Celal Kadooglu bên Dihokê.

Serokê Yekîtiya Hinardekarên Berhemên Dexlûdan a Başûrê Rojhilatê Anadoluyê Celal Kadooglu di civînê de ragihand ku hinartina herêmê, zêdetir bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re dibe.

“Bandor herî zêde li Mêrdinê dibe”

Celal Kadooglu da zanîn ku pirsgirêkên bazirganî yên di vê sektorê de herî zêde bandorê li Mêrdînê dikin û got:

“Em hewl didin pirsgirêkan çareser bikin.

Me wekî Yekîtiyê, rapora xwe ya pirsgirêk û çareseriyan amade kir û pêşkêşî Wezîrê Bazirganiyê, Cîgirê Serokkomar û Serokkomar kir.

Me di raporê de nivîsand, `Ji pirsgirêkên li bazara Îraqê tenê encamên aborî dernakevin, eger ev pirsgirêk neyên çareserkirin dê pirsgirêkên sosyolojîk û demografîk derkevin.

Çareserkirina pirsgirêkên hinartinê yên li Îraqê ji bo herêma me mijareke jiyanî ye.”

Li gorî bernameyê, karsazên endamê Yekîtiya Hinardekarên Berhemên Dexlûdan a Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dê îro biçin ziyareta Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dihokê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst