Hewlêr (Rûdaw) – Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtina duyemîn a bi Abdullah Ocalan re û piştî serdanên xwe yên li Herêma Kurdistanê, hevdîtinên xwe qedand.
Ji ber ku pêvajoya aştî û çareseriya Pirsgirêka Kurd dê bandorê li ser tevahiya civakê bike, ev pêvajo ji aliyê hemû aliyên siyasî û pêkhateyan ji nêz ve tê şopandin.
Li Tirkiyeyê bi Peymana Lozanê statuyeke fermî ji bo pêkhateyên ne misilman wekî Ermen, Rûm, Cihû û Suryanan hatiye dayîn û ew xwedî dibistanên xwe ne.
Tevî hebûna statuya wan a siyasî dîsa jî ew tim rastî êrişên nîjadperestiyê û polîtîkayên asîmilekirina Tirkîtiyê hatine.
Rojnameger û nivîskarên pêkhateyan dixwazin Tirkiye demokratîk bibe û dibêjin, "Bêyî demokratîkbûnê pêvajoya aştiyê çênabe."
Ji 1ê Çileya Pêşîn a 2024an û vir ve rojeva sereke ya siyaset, civak û medyaya Tirkiyeyê pêvajoya nû ye.=
"Divê demokratîkbûn pêk were"
Edîtorê beşa Ermenîkî yê rojnameya Agosê Pakrat Estukyan ji Rûdawê re got,” divê Tirkiye bi pêvajoya nû re bikeve pêvajoya demokratîkbûnê û pêkhate karibin daxwazên xwe bi awayekî azad bînin ziman.
Estukyan amaje bi hevdîtinan rewşa pêkhateyan kir û wiha got:
"Ji bo Ermen, Êzidî, Laz, Çerkez û Kurdan yek bi yek ti têgihîştin tune ku kîjan baş e lê demokratîkbûna welat ji bo her kesî baş e.
Niha pirsgirêk ew e ku xwediyê pêvajoya ku hîn berdewam dike ne diyar e. Em niha li Tirkiyeyê hem wekî dewlet hem jî wek civak ji têgeha welatîbûna wekhev pir dûr in."
"Di destûrê de divê mafên me werin parastin"
Li Tirkiyeyê tekane rojnameya bi zimanê Rûmkî/Yewnanî Apoyevmatini îsal 100 saliya xwe temam dike.
Rojnameger Mihail Vasiliyadis bi kurê xwe re salên dûvdirêj e hewl dide rojnameyê derxe.
Vasiliyadis diyar kir ku divê di destûra nû de mafên pêkhateyan bên naskirin û parastin.
Vasiliyadis got, "Baweriya min pir bi demokratîkbûna Tirkiyeyê tune. Dema ku demokratîkbûn çênebe, ez bawer dikim ku ev pêvajo dê pûç bibe.
Divê di destûra bingehîn de mafên pêkhateyan werin parastin. Çi ew 800 kes bin, çi çend milyon bin, ferq nake lê pêşî demokratîkbûn pêwîst e."
Sazî, mafnas, nivîskar, rojnameger û rewşenbîrên pêkhateyan wekî Ermen, Rûm, Cihû û Suryan bi salan in di destûra bingehîn de daxwaza hemwelatîtiya wekhev dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse