Hewlêr (Rûdaw)- Akademîsyen Vahap Coşkun got, "Eger şert û merc bi cih neyên ne Ocalan bang dike û ne jî PKK çekan datîne."
Karvedanên pêvajoya nû ya çareseriyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam dikin.
Heyeta Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku wekî Şandeya Îmraliyê jî tê binavkirin, îro çû Girtîgeja Kandirayê ya Kocaeliyê û hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdag ziyaret kir.
Li gorî planê, heyeta ku ji Pervîn Buldan, Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê di nava hefteyê de dê biçe Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re biaxive.
Akademîsyen û endamê berê yê komîsyona aqilmendan a pêvajoya çareseriyê ya 2013an Vahap Coşkun li ser nexşerêya pêvajoyê ji Rûdawê re axivî.
Coşkun behsa gotinên aktorên pêvajoyê kir û got:
“Dema çareseriya Pirsgirêka Kurd hatiye, dema ku bi giştî li axaftinan binêrim em dibînin ku her kesê li ser Pirsgirêka Kurd diaxive dibêje dema çareseriya Pirsgirêka Kurd hatiye û divê li Tirkiyeyê aştiteyeke mezin were.
Rê rêbazên vê yekê dê çawa bin, hîn jî nîqaşên li ser vê meseleyê berdewam dikin.
Hemû aliyên siyasî vê yekê dizanin ku geger Pirsgirêka Kurd çareser nebe li Tirkiyeyê ne ji aliyê siyasî ne ji aliyê hiqûqî û ne ji aliyê civakî îstîqrar pêk nayê.
Di axaftinên Abdullah Gul jî de hebû ev mesele. Ew jî dibêje, ev mesele ji destpêka avakirina Tirkiyeyê ve hebû.
Ev 40-50 salên dawî zêdetir bûye û ev pirsgirêka herî mezin e û divê em vê pirsgirêka çareser bikin.
Aniha hem dewlet vê dibêje, hem Abdullah Ocalan vê dibêje hem rayedarên berê yên dewletê vê dibêjin.
Em dikarin bibêjin ev dem dema çareseriyê ye.”
“Lihevkirin pêk neyê Ocalan dê bangê neke”
Hiqûqnas Vahap Coşkun behsa astengiyên li pêş pêvajoyê jî kir û wiha domand:
“Bi rastî astengiyek heye, nîqaşa mezin ew e ku bê ka dê PKK bi kîjan şert û mercan çekan dayîne.
Ez wisa bawer dikim ku li ser vê bazar berdewam dike.
Ez wisa bawer dikim li ser vê meseleyê di navbera dewlet û Abdullah Ocalan di navbera dewlet û PKKyê di navbera dewletê û YPGyê de diyalog berdewam dike. Ev astengek e.
Astengeke din ew e ku ev mesele girêdayî rewşa Sûriyeyê ye.
Tirkiye dê bi Kurdên Sûriyeyê re pêwendiyeke çawa dayîne?
Abdullah Ocalan di pêvajoya berê jî de bangek kir. PKKyê rêz li Ocalan girt lê ew biryara Ocalan bi cih neanî.
Ez wisa difikirim ku şert û merc pêk werin dê Abdullah Ocalan bangekê bike. Aniha Ocalan dê bangê neke.
Divê di navbera Abdullah Ocalan û PKKyê, di navbera dewlet û PKKyê de lihevkirinek pêk were pişt re Ocalan dê bangekê bike.
Eger ew şert û merc bên cih PKK dê banga Ocalan bi cih bîne.
Heger li ser wan şert û mercan hevkirinek pêk nehatibe li ser Sûriyeyê lihevkirinek pêk nehatibe ez wisa bawer dikim ku dê ne Abdullah Ocalan bangekê bike ne jî PKK tevgera xwe biguherîne. “
“Zimanê medyaya mixalefetê zererê dide pêvajoyê”
Akademîsyen Vahap Coşkun amaje bi helwesta medyaya mixalefetê jî kir û got:
“Du aliyên vê pêvajoyê hene, aliyek dixwaze pêvajo serkeftî be û nêrînên xwe fikrên xwe tîne ziman.
Divê pêvajo çawa be? Kîjan gav bên avêtin? Ew fikrên xwe tînin ziman.
Aliyê din jî ew aliyê mixalefetê ye, ew zimanekî tund û nebaş li hemberî pêvajoyê bikartînin.
Dema em li televîzyonên nêzîkî mixalefetê temaşe dikin em dibînin ku 2-3 argumentên wan hene û vê pêvajoyê pir tund rexne dikin.
Dibêjin DEM Partî çima tevlî pêvajoya çareseriyê bûye?
Ne tenê DEM Partiyê rexne nakin dibêjin, Kurdan dîsa mixalefet firotiye. Ev ziman ne zimanekî baş e.
Sirri Sureyya Onder jî piştî dîtina Fîgen Yuksekdagê behsa vî zimanî kir. Ev ziman ji bo pêvajoyê rê venake bilakis eger rêyek hebe wê rêyê digire."
“Hikûmet siyaseteke dualî dimeşîne”
Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Coşkun amje bi helwesta rayedarên hikûmetê jî kir û wiha berdewam kir:
“Hinek dibêjin demokrasî kêm e, hikûmet li aliyekî danûstandinan dike lê li aliyê din qeyûman datîne
Hikûmet bi rêya operasyonan peyaman dide alîgirên xwe, siyaseteke dualî dimeşîne
Hikûmet ji aligîran re dibêje dê diyaloga me berdewam bike lê dê berxwedana me ya li dijî terorê jî berdewam bike û em dê tewîzê nedin.
Ew dibêjin belê em diyalogan dikin lê di şaredariyan de pirsgirêk hebin em qeyûman jî tayîn dikin.
Dixwazin bersivê bidin wan rexneyên nijadperestan.
Wekî Selahattîn Demîrtaş jî doh di daxuyaniya xwe de eşkere kiribû ji bo baweriya gel divê hikûmet hin gavan biavêje.
Hûn nikarin tenê bi rûniştinan û civînan vê pêvajoyê bimeşînin.
Ji bo despêkê diyalog gelekî girîng in, ji bo pêvajoyê gavên hiqûqî lazim in. Gavên siyasî lazim in.
Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî li Parlamentoyê bi dawî kirin dê dîsa biçe Îmraliyê.
Bê guman ji wir jî ew jî dê peyamekê bide û ez wisa bawer dikim ku piştê wê de pêvajo bileztir bibe.”
“MHP bandora partiyên ÎYÎ û Zaferê kêm dike”
Vahap Coşkun behsa girîngiya rola MHPyê ya di pêvajoyê jî de kir û wiha got:
“Di pêvajoya berê de MHPyê mixalefet dikir lê aniha MHP di nava pêvajoyê de cih digire û MHP mêvandariya pêvajoyê dike.
Li gorî min ev tiştekî gelekî girîng e, heta niha nijadperest li dijî bê pêvajoyê derdiketin lê aniha MHP di nava wê de ye û ew qebûl kirine.
Hebûna MHPyê ya di nava pêvajoyê de dê bandora ÎYÎ Partiyê û Partiya Zaferê kêm bike.
ÎYÎ Partî û Partiya Zaferê li bazaran li bajaran dixwazin li hemberî vê pêvajoyê derkevin û mitîngan saz dikin lê em dibînin ku xelk piştgiriyê nade wan.
Ocalan hem dema 1999an hatibû girtin û hem jî dema pêvajoya 2013an de bi şefafî gotibû ku li Tirkiyeyê dema çekan bi dawî bûye.
Eger ev atmosfera baş wisa berdewam bike dê Abdullah Ocalan dîsa bangekê bike ku dema danîna çekan hatiye û divê çek bê deng bibin.
Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd divê di qada siyasetê de di qada hiqûqê de berxwedan bê dayîn.
Eger pêvajo wisa berdewam bike Ocalan dê daxuyaniyeke wisa bide. Eger ev daxuyanî were PKK jî dê li gorî wê biryarekê bide.
Li gorî wê jî divê hikûmet gavan biavêje. Bahçelî gotibû heger PKK çekên xwe dayîne hem ji bo Ocalan hem ji bo endamên PKKyê biryarên nû divê bên standin.
"Meseleya Kurdan ne tenê danîna çekan e"
Erdogan jî gotibû, sala 2015an Erdogan gotibû heger hûn çekan dayînin dê rê li ber we bên vekirin.
Heger ev pêk hatin wê di warê yasayî de hinek guherîn bên kirin.
Meseleya Kurdan li Tirkiyeyê ne tenê danîna çekan e. Rast e çek pirsgirêkeke gelekî mezin e.
Lê di Pirsgirêka Kurd de daxwazên siyasî û daxwazên hiqûqî hene. Ew daxwaz dê çawa bên cih dê ew di qada siyasetê bê nîqaşkirin.”
Akademîsyen Vahap Coşkun: Eger şert û merc bi cih neyên ne #Ocalan bang dike û ne jî #PKK çekan datîne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 12, 2025
🎙️ Dema çareseriyê hatiye
🎙️ Nîqaşa mezin li ser çekdanînê ye
🎙️ Ocalan aniha bang nake, eger şert û merc bi cih werin dê bang bike
🎙️ Zimanê medyaya nêzîkî… pic.twitter.com/dmbSfrBBp0
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse