Amerîka tovê genim ji Rojavayê Kurdistanê re dişîne

20-12-2022
RÛDAW
Nîşan USAID Rojavayê Kurdistanê Tovê Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo Pêşveçûna Navneteweyî (USAID) îsal jî tovên genim dişîne Rojavayê Kurdistanê.

Ajansa Amerîkî ya pêşxistinê ya Navneteweyî di twîttekê de ragihand, wan tovê genim berî ku bişînin bakurê Rojhilatê Sûriyê kontrol kirine û derketiye ku ji bo navçeyê baş e.

USAID da zanîn ku wan paqijî û nebûna nexweşiyan kontrol kiriye û piştrast in ku ew tov hatine dermankirin.

USAID di daxuyaniya xwe de wiha dibêbe “Beriya ku tovên genim ên ku ji aliyê USAID ve tên peydakirin bigihêje cotkaran li bakurê rojhilatê Sûriyê, ji rêze ceribandinan derbas dibin da ku kalîteya wan piştrast bikin. Di testan de tov lêkolîn kirin da ku paqijiya wan û ji enfeksiyon û kêzikan bêpar in, û piştrast bikin ku ew bi qarçikkujî têne derman kirin.

Sala borî jî Amerîka 3 hezar ton tovê genim şandibû Rojavayê Kurdistanê, Hikûmeta Sûriyê gotibû, ew tov ji bo çandiniyê nabe û nexweşî têde heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst