ROJAVA - Jin ji ber tirsa şewitandinê li ber zeviyên genim nobetê digirin

06-06-2024
RÛDAW
Wêne: Delîl Silêman/AFP
Wêne: Delîl Silêman/AFP
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Genim Jin Nobet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê jin ji ber tirsa şewitandinê li ber zeviyên xwe yên genim nobetê digirin.

Di dema çinîna genim de ji ber sedemên cuda agir bi gelek zeviyên genim dikeve.

Ji ber vê yekê jî li bajarokê Tirbe Spiyê yê parêzgeha Hesekê jina bi navê Etiye Hesen rakiriye kalaşnîkofê û zeviya xwe ya genim diparêze.

Etiyye Hesenê got, “Bi xwedê em kêf xweş in. Çiqas kes di ber me re diçin li me dinêrin kêfa wan jî tê û ya me jî tê. Em parastina wan dikin”

Li Rojavayê Kurdistanê ji 2019an ve, di werzê çinînê de, gelek zevî dişewitîn an jî tên şewitandin.

Hezîrana 2019yan rûberekî mezin a zeviyên genim şewitî û bû sedema mirina 10 kesan.

Ew zevî li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de wekî çavkaniya sereke ya debara jiyana navçeyên têne dîtin.

Destpêka vê mehê, Rêveberiya Xweser dest bi wergirtina genim kiriye.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku ew rojane 20 ton genim ji cotkaran werdigirin.

Cotkarên herêm ji wê yekê nîgeran in ku Rêveberiya Xweser genim bi bihayekî kêmtir ji wan werdigire.

Yasmîn Yûsifê jî wiha anî ziman, “Em parastina mûsimê dikin. Heta ku ev mûsim hebe em dê xizmetê bikin.”

Li gorî Rêveberiya Xweser, par herî kêm 300 donim zeviyên çandiniyê şewitîn û bi vê yekê jî ziyaneke mezin gihişte berhema cotkarên wê herêmê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst