Nêçîrvan Barzanî Humam Hemûdî pîroz kir

13-04-2025
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Humam Hemûdî Pîrozkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Îraqê Hemam Hemûdî pîroz kir.

Hemam Hemûdî cara duyem hat hilbijartin û dîsa bû Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Îraqê.

“Ez jê re serkeftinê hêvî dikim”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê minasebetê ew pîroz kir û got, “Ez Birêz Şêx Dr. Hemam Hemûdî bi awayê herî germ pîroz dikim û jê re serkeftinê hêvî dikim.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku hilbijartina wî ya ducare nîşaneya baweriyê ye û got:

"Nûkirina baweriyê bi birêzê wî, nîşaneya ezmûn û rola wan a berbiçav e di karê siyasî û xizmetkirina welat de ku cihê rêz û spasiyê ye.

Ez piştrast im serokatiya birêzê wî û hebûna wî di vî erkî de dê alîkar be ji bo xurtkirina diyalog û têgihîştina di navbera hêz û aliyên niştimanî de û dê ji Îraqê re xizmetê bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst