DEM Patî û AK Partî dixwazin malbatên Yildiz û Şenyaşaran li hev bînin

21-10-2024
RÛDAW
Nîşan Malbata Şenyaşaran DEM Partî AK Partî Ahmet Turk Sirri Sureyya Onder Bekîr Bozdag Emîne Şenyaşar Îbrahîm Halîl Yildiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo lihevhatina malbatên Şenyaşar û Yildizan parlementerên AK Partiyê û DEM Partiyê ketin navberê û her du malbat ziyaret kirin.

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê 14ê Hezîrana 2018an hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê ji aliyê xizmên parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin.

Roja 19ê Çiriya Pêşîn Fadil Şenyaşar û kesên ji malbata Yildiz ên ku piştî bûyerê hatibûn girtin hatin berdan.

Niha jî behsa lihevhatina her du malbatan tê kirin.

Li gorî agahiyan, li ser daxwaza malbatan şandeyên DEM Partiyê û AK Partiyê 20ê Çiriya Pêşîn çûn ziyareta her du malbatan.

Di şandeya AK Partiyê de Serokwekîlê Palementoyê Bekîr Bozdag û Wezîrê Dadê yê berê Abdulhamît Gul hebûn.

Di şandeya DEM Partiyê de jî Serokwekîlê Parlementoyê Sirri Sureya Onder û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk hebûn.

Li gor agahiyan, dê xwarineke aştiyê were dayîn ku her du malbat jî hazir bin.

Heta wê demê jî dê hevdîtinên bi malbatan re berdewam bikin.

Parelementerê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar û parlementerê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz li ser hesabê xwe yê Xê behsa hevdîtinan kir.

“Em hêvî dikin careke din rewşên wiha çênebin”

Ferit Şenyaşar li ser pêvajoya lihevhatinê wiha got:

 “Ji bo gelê me yê hêja, îro di çapemeniyê jî de hat ragihandin.

Şandeya ku serokwekîlê me yê parlementoyê birêz Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hebûn hatin Rihayê û her du malbat ziyaret kirin.

Wekî malbata Şenyaşaran em spasiya birêz Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk dikin ku li ser daxwaza me hewl daye dijminatiya di navbera malbatan de bi dawî bikin da ku careke din rewşên wiha çênebin.”

“Şandeyên AK Partiyê û DEM Partiyê hatin ziyareta me”

Li aliyê din, Îbrahîm Halîl Yildiz jî li ser hesabê xwe yê Xê wiha got:

“Serokwekîlê Fraksyona AK Partiyê û Parlementerê Dîlokê birêz Abdulhamît Gul, Serokwekîlê me yê Parlementoyê û Parlementerê Rihayê birêz Bekîr Bozdag, serokê rêxistana parêzgeha me Îlhamî Gunbegî û parlementerên me yên herêmê hatin ziyareta me.

Ez li ser navê malbat û bajarê xwe spasiya wan dikim.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê birêz Ahmet Turk û Serokwekîlê Parlementoya Tirkiyeyê û Parlementerê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder hatin ziyareta me.

Ez li ser navê malbat û bajarê xwe spasiya wan dikim.”

14ê Hezîrana sala 2018an beriya hilbijartinê bi 10 rojan dema bangeşeya hilbijartinan Hecî Esvet Şenyaşar, kurên wî Adil û Celal li Rihayê ji aliyê xizmên parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin.

Her wiha di heman bûyerê de birayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê bi navê Mehmet Şah Yildiz jî hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst