Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdariya Foruma Dîplomasiya Antalyayê hat vexwendin ku dê rojên 11 û 13yên Nîsanê li Tirkiyeyê were lidarxistin.
Ev forum dê pirsên girîng ên siyasî û dîplomatîk ên herêmê û cîhanê bixe rojevê û derfetê bide beşdaran ku li ser çareseriya pirsgirêkan bi hev re gotûbêj bikin.
Beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê bo vê lûtkeyê dê derfetekê pêşkêş bike ku pêwendiyên Kurdistanê bi welatên herêmê û cîhanê re xurttir bibin.
Tê payîn ku di vê civînê de dê mijarên girîng ên pêwendîdar bi herêmê bên gotûbêjkirin û Nêçîrvan Barzanî dê helwest û dîtinên Herêma Kurdistanê bîne zimên.
Malpera fermî ya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ragihandiye dê wekî yek ji mêvanên sereke beşdarî civînê bibe ku sibe înê, li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê dest pê dike û 3 rojan berdewam bike.
Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ya çaremîn a 2025an dê bi navê "Vegera Dîplomasiyê di Cîhaneke Dabeşbûyî de" pêk were.
Nêçîrvan Barzanî, ji bo cara sêyemîn tê vexwendin.
Serokê Herêma Kurdistanê di sala 2022yan û 2024an jî de tevlî forumê bûbû.
Civîn ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ve tê sazkirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê RecepTayyip Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û hinek berpirsên payebilind ên dewletê û serokên welatan, wezîrên karên derve û siyasetmedar dê tevlî forumêbibin.
Ji Îraq û Herêma Kurdistanê, ji bilî Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên jî hatiye vexwendin.
Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ya yekemîn 2021ê hat lidarxistin.
Forum serokên cîhanê, siyasetvan, akademîsyen, pisporên bazirganiyê û her wiha nûnerên medya û civaka medenî kom dike ji bo lêkolîna ka çawa dîplomasî dikare rewşê biguherîne û me rêberî bike di cîhaneke dabeşbûyî de ji bo dîtina zemîneke hevpar ji bo karê bi hev re.
Armanca civîna îsal a Antalyayê, wekî di malpera wan de hatiye ravekirin wiha ye:
“Armanc teşwîqkirina gotûbêjê ye ji bo pênasekirina ji nû ve ya rol û bingehên sereke yên dîplomasiyê di rewşeke zêdetir bipolarîze de ye.
Bi rêya gotûbêjê li ser sedemên bingehîn ên pirsgirêkên curbicur, civîn siyasetvanan han dide ku bifikirin ka çawa vê serdemê aloz ji aliyê dîplomasiyê ve birêve bibin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse