Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hemû cureyên çalakiyan en wekî meş, xwepêşandan û civînên giştî 5 rojan hatin sînordakirin.
Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji demjimêr 00.01ê 20ê Çiriya Pêşîn a 2023yan heta demjimêr 23.59ê 24ê Cotmeha 2023yan ji bo 5 rojan hemû çalakiyên wekî civîn, xwepêşandan, konser, meş û grev, vedana konan û çalakiyên din ên di nav sînorê parêzgeha Dêrsimê de dê bi destûra parêzgarî û qeymeqamiyan bên sazkirin.
Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku ev biryar bi armanca “parastina bingehên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewê, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêgirtin li her bûyereke din” hatiye dayîn.
Li gorî daxuyaniyê, biryara sînordarkirinê, çalakiyên fermî li xwe nagire ku parêzgar û qeymeqam destûrê didin.
Ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cûda yên ewlehiyê qedexeyên çalakiyan tên ragihandin û dema wan qedexeyan bi berdewamî tê dirêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse