Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê 14 welatî bi hinceta “endamtî û propgandeya rêxistina PKKê” hatin destserkirin.
Hêzên Ewlekariya Tirkiyê îro 20ê Îlona 2022ê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî de li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê bi hinceta “endamtî û propgandeya rêxistina PKKê” ji bo destserkirina 15 kesan dest bi operasyonekê kirin.
Di encama operasyonê de 14 welatî hatin destserkirin.
Hat ragihandin kesên destserkirî ji bo karûbarên îfadeyê bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Şirnexê hatine birin û karûbarên wan ên îfadeyê berdewam dikin.
Li aliyê din karûbarên ji bo destserkirina kesê din jî berdewam in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse