Şiklên li ser kevirên Çiyayê Cîloyê dîrokê ronî dikin

20-08-2020
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Cîloyê Colemêrge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê, li Çiyayê Cîloyê ku bilindahiya

Welatiyên ji bo dîtina xweşikahiyên sirûştî yên li Çiyayê Cîloyê û Gola Satê diçen herêmê di nav kulîlkên rengîn, ava zelal, berfa neheliyayî de dema xwe derbas dikin û kêfxweş dibin.

Li lûtkeya çiyayên Cîlo û Çarçela li ser kevir û zinaran resmên guldexwîn, mirov, mar, xezal, pezkovî, kêrguşk, gur, rovî û şiklên sembolîk hene.

Ziyaretvan, li herêma ku şiklên li ser keviran ên ji heyama beriya dîrokê mane, wêneyan dikişînin li ber nîşaneyan şaş û heyirî dimînin.

Derbarê şiklên sembolîk de Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê li Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu diyar kir ku ew kevneşopiya resmên li ser keviran li Sîbîrya, Asyaya Navîn, Qafqasya û Anadoluyê jî hene.

Çavuşoglu destnîşan kir ku kevneşopiya resmên li ser keviran di heyama nêçîrvanî û komkirinê de dest pê dike û wiha pê de çû: “Ev daneyên arkeolojîk ên girîng in. 10-12 hezar berê hatine çêkirin. Em resmên xezal, bizinkovî, gur, mar û heywanên li sirûştê dibînin. Ev tiştekî zehf girîng e lewra resm nîşan didin ku di heyama hesin a piştî civakên nêçîrvan de jî jiyana kovî dewam dike. Em mînakên herî baş ên vê jî di vekolanên li navendên Urartuyan de dibînin. Derbarê flora û heywanên herêmê de agahiyên zelal didin. Resm nîşan didin ku xezal û pezkovî li vê derê jiyane”

Çavuşoglu axaftina xwe wiha domand: “Bi hostatiyeke balkêş resmên heywanan çêkirine. Dema dibînin ferq dikin ku resma kîjan heywanî ye. Di nav de nîşane jî hene. Dibe ku aliyekî van ê olî jî hebe. Li cografyayeke berfireh fîgurên hemşêwe têne dîtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst