ŞIRNEX - Tiriyê Behdînanê tê berhevkirin: Şerab jî pê çêdibe

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tiriyê Behdînanê Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Mergehê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê ku hevsînorê Başûrê Kurdistanê ye, Tiriyê Behdînanê hat komkirin.

Tiriyê Behdînanê taybet e bi herêmê.

Cotkar Sadik Cevîz li ser berhevkirina Tiriyê Behdînanê got:

“Texmîna me ya îsal 1,5 ton e. Îsal berhem baş bû.

Hinek salan ji ber sermayê zerer digihe tiriyan lê îsal baş bû.

Em ji vî tiriyî mewîj û dims çêdikin û hinekî jî difiroşin.”

Birêvebirê Çandinî û Daristanê yê Şirnexê jî Tiriyê Behdînanê berhev kir bû û amaje bi wê yekê da ku sala bê dê alîkariya ji bo cotkaran zêdetir bikin.

Birêvebirê Çandinî û Daristanê yê Şirnexê Oktay Sezgîn jî anî ziman:

“Li gundê Mergehê, cotkar Tiriyê Behdînanê ku taybet e bi herêmê diçînin.

Ev cure tirî bi rêbazê kevneşopî tê berhemanîn.

Rezê wan li zeviyekî berwar e û piranî xelk debara xwe bi vî berhemî dikin.”

Li navçeya Qilebanê cotkarî çavkaniya sereka ya debara jiyana xelkê ye û bi taybetî rez hene ku salane her cotkar nêzîkî 2 ton tirî berhem tîne.

Tiriyê Behdînanê ji ber tam û kalîteya xwe di çêkirina şerabê de jî tê bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst