HIŞYARÎ - Dê li piraniya Bakurê Kurdistanê barana gur bibare!

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Barana Gur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Çend roj in pêleke baranê parêzgehên Bakurê Kurdistanê daye ber xwe.

Ji ber barana zêde rojane li hejmarek parêzgehan lehî radibin û zererên madî li pey xwe dihêlin.

Li gorî pêşbiniyên Rêveberiya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê dê îro li parêzgehên Wan, Erzirom, Mûş, Qers, Meletî, Dîlok, Mereş, Riha û Sêrtê baraneke gur bibare.

Saziya Keşnasiyê li ser barana zêde hişyarî da û ji xelkê xwest ku li hemberî pêşhatên neyînî yên avhewayê yên wek lehî, lêdana birûskan, ba û bahozê tedbîrên pêwîst wergirin.

Doh li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Sêrt, Bedlîs, Colemêrg, Wan û Agirî baran bariya û piştî baranê li hejmarek navçeyan lehî rabû û bû sedema zerereke zêde ya madî.

Li Şirnexê ji ber birûskê 2 jinan û li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî jineke 35 salî canê xwe ji dest da.

Her wiha li Şirnexê 6 kes jî ji ber lêdana biruskê birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst