Geliyê Spîxanê hemêza xwe ji geştyaran re vekiriye: '2 saetan bi meşê diçin'

14-09-2024
Ferdî Sak
Geştyarên ku çûne Geliyê Spîxanê/Wêne: Rûdaw
Geştyarên ku çûne Geliyê Spîxanê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Geliyê Spîxanê Çiyayê Cîloyê Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Geliyê Spîxanê yê ku wekî geliyê bihuşt û dojehê jî tê zanîn hemêza xwe ji geştyaran re vekiriye.

Geliyê Spîxanê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Gola Spîxanê ku li destpêka gelî li berpalên çiyayê qeşayî yê Cîloyê cih digire, cihê sereke yê meraqa geştyaran e.

Îlyas jî bijîşkekî ji Mêrdînê ye û bi hevalên xwe re ji bo dîtina golê û çiyayê qeşayî yê Cîloyê çûne wir.

Bijîşkê Mêrdînî Îlyas li ser gera li Geliyê Spîxanê got:

“Ez ji navçeya Kerborana Mêrdînê me. Cara yekem e ez têm vê derê.

Berê ez nehatibûm û bi rastî cihekî pir xweş e.

Hevalên min gelekî behs dikirin bû nesîb vê carê em jî hatin.”

Gol çavkaniya xwe ji qeşayên Çiyayê Cîloyê digire ku ew qeşa di nav xelkê Colemêrgê de wekî pîrekevî tên binavkirin û dîroka wan derdora 20 hezar sal in.

Qeşa van salên dawî ber bi pêla guherîna avhewayê û germahiya zêde ketine û hêdî hêdî ber bi nemanê ve diçin.

“Hêdî hêdî heliya”

Endazyar Mihemed Erçel li ser golê da zanîn:

“Ev der Gola Spîxanê ye. Kûrahiya wê bi texmînî 60 heta 70 metre ye.

Heta salên 1990î ev der hemû cemed bû, piştî wê ji ber germbûna hewayê hêdî hêdî heliya.

Fabrîka hatine çêkirin êdî hevsengî guherîn.

Piştî guherîna hevsengiyan milet jî hat vê derê.”

Ji bo gihiştina qeşayên Cîloyê û Gola Spîxanê otomobîl heta cihekî diçin.

Ji wê derê û pê ve rê bi meşê derdora 2 saetan e û westeke zêde dixwaze.

Geştyar tevî vê yekê jî ji dîtina dîmenên bêhampa yên gelî, gol û Çiyayê Cîloyê kêfxweş in.

Geştyara ji Yalovayê Fatmayê jî anî ziman:

“Kesên ji Enqere û Antalyayê hatine hene.

Ez ji Yalovayê hatime. Xwezaya vê derê gelekî xweş e û ez heyran mam.”

Geştyar bi serpereştî û rêbertiya tûrên geştyariyê rojane berê xwe didin deverê.

Serdar yek ji wan rêberên tûrên geştyarî ye.

Agirê xwe pêxistiye, çaya xwe daniye ser û li benda wan mêvan û geştyarên Cîloyê ye.

“Geştyarên me ji aliyê Bursa û Îzmîrê hatin”

Rêberê tûreke geştyariyê yê Colemêrgê Serdar jî got:

“Niha ez ji bo qefîleya geştyarên me çay û xwarinê amade dikim.

Geştyarên me ji aliyê Bursa û Îzmîrê hatine û ji bo dîtina qeşayê çûne jor.

Heta 20 deqîqeyên din dê werin vê derê û divê amadekariya wan bikim ku birçî nemînin.

Ew 2 saetan bi meşê diçin, heta tên diwestin.”

Geliyê Spîxanê bi xeml û bedewiya xwe salane pêşwaziyê li hezaran geştyarên ji çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê dike.

Bi gotina berpirsên tûrên geştyariyê yên Colemêrgê rojane zêdeyî 150 geştyarên navxwe û biyanî bi grûpên cuda diçin deverê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst