Li Wanê şaredar û parlamenterek birîndar bûn

20-08-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Şaredarî Amed Wan Mêrdîn Qeyûm Bedia Ozgokçe Ertan Abdullah Koç HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedia Ozgokçe Ertan ku li şûna wê qeyûm hatiye danîn, di çalakiyên dijî biryara tayînkirina qeyûman de birîndar bû. Herwiha parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Koç di êrişa polîsan de birînda bû.

 

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê parlamenter  HDPê yên derdora wî bajarî, rêveberiyên bajar û navçeyan ên HDP û şaredarên herêmê xwestin li dijî biryara tayînkirina qeyûman çalakiyeke nerazîbûnê saz bikin.

 

Girseya ku dixwest ber bi Parka Feqiyê Teyran ve xwepêşandanê bike li gor dîmenên Navenda HDPê belav kirinê rastî midexaleyên polîsan hat. Polîsan li hemberî çalakvanan ava şid û bombeyên gaze bikar anî.

 

Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Farij Gergerlioglu li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku di dema midexaleya polîsan de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedia Ozgokçe Ertan ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji kar hatiye dûrxistin ji çoka xwe birîndar bûye û ew ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê veguhestine.

 

Herwiha hat zanîn ku di dema êrîşê de, parlamenterê HDPê yê Agiriyê Abdullah Koç û welatiyek jî birîndar bûne. 

 

Biryara dûrxistina serokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê û danîna qeyûman li şûna wan bû sedema nerazîbûn û karvedanan. HDP biryara daye ku tevî midexale û qedexekirina çalakiyan wek proste ew dê heta mafên şaredaran bo wan dîsa venegere dê li ser çalakiyên xwe berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst