Sedr: Bila geştên esmanî yên Iraq û Tirkiyê bên rawestandin û deriyên sînorî bên girtin

20-07-2022
RÛDAW
Nîşan Muqteda Sedr Zaxo Gundê Perex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Muqteda Sedr piştî bombebarana Zaxoyê bang li Hikûmeta Iraqê kir. Muqteda Sedr di bangewaziya xwe de daxwaz kir ku peywendiyên dîplomatîk bêne kêmkirin, geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de bên rawestandin û deriyên sînorî bên girtin.

Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr pêşniyarên xwe di 4 xalan de destnîşan kir û daxwaz kir ku nûnertiyên dîplomatîk a bi Tirkiyê re were kêmkirin, geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de bên rawestandin û deriyên sînorî bên girtin, giliya Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî bi rêyên fermî bê kirin û betalkirina peymana ewlehiyê ya bi Tirkiyê re.

Her wiha Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Ez bi tundî binpêkirina serweriya Iraqê û şehîdkirin û birîndarkirina sivîlan ji aliyê Tirkiyê li Duhokê şermezar dikim.”

Berhem Salih li ser bombebarana gundê Perex a Zaxoyê anî ziman, “Ev metirsî li ser ewlekariya neteweyî ye û êdî nayê qebûlkirin. Divê Tirkiye rêzê li serwerî û cîrantiya Iraqê bigire û bi ti hincetên ku qanûnên navneteweyî binpê dike, êrîşên wiha dubare neke.”

Artêşa Tirkiyê îro Çarşemê seyrangeheke Zaxo ya ser bi Duhok a Herêma Kurdistanê bombebaran kir. Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand ku di bombebaranê de 8 kesan canê xwe ji dest dane û 26 kes jî birîndar in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst