DÊRSIM – Namzedê DEM Partiyê diyar bû

11-02-2024
Ali Haydar Gozlu
Nîşan DEM Partî Namzed Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Di encama pêşhilbijartina gera duyem de Cevdet Konak bû namzedê DEM Partiyê yê hevserokatiya Şaredariya Dêrsimê.

DEM Partiyê ji bo diyarkirina namzedên hevserokatiya Şaredariya Dêrsimê, doh pêşhilbijartin kir.

Di encama pêşhilbjartinê de Birsen Orhanê ji 469 dengan 286 deng wergirtin û rêjeya ji serdî 50+1 derbas kir û bû namzeda jin a hevserokatiya Şaredariya Dêrsimê.

Ji namzedên mêr Cevdet Konak 122 deng û Ugur Beycan Bayrak 102 deng wergirtin û diyarkirina namzedê mêr ji gera duyem a pêşhilbijartinê re ma.

Îro ji bo diyarkirina namzedê mêr gera duyem a pêşhilbijartinê hat kirin.

Di pêşhilbijartina gera duyem a DEM Partiyê de 490 delege û endamên partiyê dengê xwe da.

Di encama pêşhilbijartinê de Cevdet Konak 333 deng û Ugur Beycan Bayrak 156 deng wergirtin û dengek jî hat betalkirin.

Cevdet Konak bû namzedê mêr ê DEM Partiyê yê hevserokatiya Şaredariya Dêrsîmê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adara 2024an hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst