Li Dêre Zorê 2 çekdarên DAIŞê hatin girtin

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan HSD DAIŞ Dêre Zor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, wan li Dêre Zorê 2 çekdarên DAIŞê girtine.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de got, “Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên dijî-terorê yên Herêma Başûrê Kurdistanê li bajarê Sûrê ê li bakurê Dêre Zorê operasyoneke ewlehiyê ji bo jinavbirina şaneyên terorîst ên DAIŞê pêk anî.”

HSDê diyar kir ku di operasyona hevbeş de 2 çekdarên DAIŞê hatine girtin ku destê wan di kuştin û êrîşên li dijî hêzên leşkerî de hebûye.

Her wiha di operasyona HSDê de gelek çek, cebilxane û alavên ragihandinê jî hatin bidestxistin.

Roja 13ê Gulanê jî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandibû ku wan li Reqayê bi rêya 2 operasyonan 4 endamên DAIŞê girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst