Li Dêrezorê 7 DAIŞî hatin girtin

15-10-2023
Nîşan HSD Dêrezor DAIŞ Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDyê li Dêrezorê 7 endamên DAIŞê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên HSDyê bi piştgirî û alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, doh li gundê Şihêlê yê li rojhilatê Dêrezorê bi ser şaneyeke veşartî ya DAIŞê de girt.

Hêzên hevbeş ên HSDyê û Hevpeymaniya Navdewletî di wê operasyonê de, bi ser malekê de girt û 7 endamên şaneyeke veşartî ya DAIŞê girtin.

Li gorî ragihandina HSDyê, ew DAIŞiyên ku hatine girtin beşdarî êrişên li hemberî sivîlan bûne.

Wan kesan herwiha û çek, teqemenî û dirav jî ji DAIŞê re dabîn kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst