Koça karkerên demsalî bo Dîlokê destpê kir

20-04-2021
RÛDAW
Nîşan Karkerên demsalî Dîlok Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ligel nêzîkbûna hatina demsala havînê dîsan koça karkerên demsalî destpê kir. Yekem karwanê karkerên demsalî ji bajarokê Wêranşar a Rihayê gehişte navçeya Islahiye ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê.

Bajarokê Islahiye di warê çandiniyê de navçeyeke girîng e, karkerên ku hatine li gor rênimayiyên rûbirûbûna bahora Coronayê li qadeke vala ya gundê Yelliburunê dest bi vedana konan kirine.

Li gor agahiyan, ew karkerên demsalî hatine hişyarkirin ku pêbendê rênimayiyan bin, bi taybet ku ew demeke rêjeya belavbûna vîrusa coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gelek bilind bûye, ku niha rojane derdora 60 hezar kes li Tirkiyê bi vê vîrusê dikevin.

Karkerên demsalî destpêkê dê di bax û bostanên îsotan de kar bikin ku Islahiye di berhemanîna îsotan de navçeyeke girîng e.

Muxtarê gundê Yelliburunê, Okkeş Toz derbarê hatina karkerên demsalî bo navçeya wan de dibêje: “Niha destpêkê derdora 300 karker hatine û di demeke kurt de ev hejmar dê bigihe hezaran. Ji bo qada ku karkeran konê xwe lê vedane, dê hevkarî û xizmetguzariyên pêwîst bên kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst