Duran Kalkan li ser hevdîtinên Tirkiye û Îraqê daxuyanî da

20-03-2024
Nîşan PKK Duran Kalkan Tirkiye Îraq Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan li ser hevdîtinên dawiyê yên Tirkiye û Îraqê axivî.

Demên dawiyê di navbera rayedarên Tirkiye û Îraqê de gelek hevdîtin çêdibin.

Herî dawî jî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wêzîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler  û Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin 14ê Adarê çûbûn Bexdayê.

Li hêla din, hat ragihandin ku dê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî piştî hilbijartinên 31ê Adarê here Bexdayê.

Erdogan van deman gelek caran dibêje ku ew dê vê havînê “ewlehiya sînorên xwe” misoger bikin û gefan dixwe ku dê êrişî Rojavayê Kurdistanê jî bikin.

Duran Kalkan beşdarî bernameya Medya Haberê bû û ev mijar nirxandin.

“Tê gotin, amadehî ji bo êrişekê tê kirin”

Kalkan têkildarî danûstandinên vê dema dawiyê yên rayedarên Tirkiye û Îraqê got:

"Careke din çûn Bexdayê, qaşo dê careke din bişêwirin. Tayyîp Erdogan dê meha nîsanê careke din biçe Bexdayê.

Faşîzma AKP-MHPyê, rêveberiya Tayyîp Erdogan diçin û tên. Her kes vê dinirxîne. Her kes bi vê zane. Ne pêwîst e ku em vê bibêjin.

Tê gotin, amadehî ji bo êrişekê tê kirin. Dê êrişeke nû ya leşkerî bike. Çapemeniya Tirk nîqaş dike. Gelo dê êrişî kû derê bikin? Dibêjin dê êrişî filan cihî bikin, filan deverê bikin. Gelek tişt tên gotin.

Fermandariya me ya biryargeha navendî daxuyanî da. Bi dîtina min têrê dike, ne pêwîst e zêde tiştek lê bê zêdekirin.

Lê belê têkildarî van hemû nîqaşan çend tişt dikarin bên gotin.

Ya yekemîn, amadehiyekê dikin. Dixwazin veguherînin şerekî psîkolojîk.

Mîna ‘Çûne filan deverê, filan hevdîtin kirin, ji filan deverê piştgiriyê werdigire’ lê belê kes nabêje, çima ewqasî hewcedarî her kesî bûye ev dewlet?

Çima rewşeke bi vî rengî rû da? Gelo ev yek pêşketineke yan jî tengaviyeke, nîşaneya hilweşînê ye?

Ya duyemîn hîn rast e. Faşîzma AKP-MHPyê, rêveberiya Tayyîp Erdogan di encama derbên gerîla de ketiye vê rewşê.

Têkoşîna gelê me ya bi pêşengiya jin û ciwanan ew xistiye vê rewşê. Têkoşîna dostên me ew xistine vê rewşê.

“Ne dikarin xwe vekişînin, ne jî dikarin bi pêş ve biçin”

Bi têkoşînê welê li faşîzma AKP-MHPyê hatiye kirin ku bigihêje ber hilweşînê. Êdî nikare hebûna xwe dewam bike. Ne dikarin xwe vekişînin, ne jî dikarin bi pêş ve biçin.

“Li Zapê asê mane”

Me got, li Zapê asê mane, ketine nava çiravê û li çareyê digerin. Ji bo karibin xwe rizgar bikin, ji bo karibin ji çiravê derkevin xwe digevizînin.

Ev lêgerîn hemû nîşaneya wê ye. Destpêkê divê ev yek bê dîtin. Ne wekî marîfetekê bê dîtin. Ev yek encama têkçûna wan e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst