Ev 5 sal in Tirkiye ava Elokê qut dike

15-03-2024
Nîşan Tirkiye Qutkirina Avê Santrala Elokê Hesekê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ev 5 sal in ku Tirkiye nahêle ava Santrala Elokê here Hesekê.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand, milyonek kes ji ber nehatina avê mexdûr in.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser, ava Santrala Elokê ya li herêma Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyeyê hatiye qutkirin.

Ev 5 sal in ku Tirkiye avê qut dike û xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û xelkê derdorê bê av e.

Xelkê herêmê neçar e avê ji deverên din bi tankêrên bîne.

Her bermîlekî avê bi 5-6 hezar lîreyê Sûrî tê firotin û pêwîstiya her malekê rojane herî kêm bi 5 bermîlan heye.

Li gorî Rêveberiya Xweser, Tirkiyeyê ji Çiriya Pêşîna 2019an ve û heta niha zêdeyî 40 carî ava Santrala Elokê qut kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst