AMED - Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girt

20-01-2025
Nîşan Komeleya Wêjekarên Kurd Polîs Biserdegirtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Wêjekarên Kurd ragihand ku polîsan bi ser komeleya wan girtiye û dest danîne ser berhemên wan.

Komeleya Wêjekarên Kurd li ser hesabê xwe yê Xê derbarê biserdegirtina polîsan peyamek belav kir.

“Em vê êrişê şermezar dikin”

Komeleyê ev kiryar şermezar kir û got:

“Polîsan bi şev avêtine ser komeleya me. Bêyî sedem û hincet wekî haramiyan avêtine ser komeleyê û belawela kirine. Em vê êrişê şermezar dikin.”

Hevserokê Komeleyê Rêdûr Dîcle ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) diyar kir ku polîsan dest daniye ser 150 pirtûk û 1500 rojnameyên wan.

“Em nizanin çima operasyon hatiye kirin”

Rêdûr Dîcle amaje pê kir ku ew bi sedema biserdegirtinê nizanin û li pey çû:

“Avahî ji ber nûjenkirinê bi roj ne vekirîbû, bi şev jî operasyonek hat kirin.

Em wekî rêvebiriya komeleyê nizanin çima operasyon hatiye kirin.

Li gorî agahiyên ku gihiştine me, navnîşana endamên rêvebiriyê li cem polîsan hebûye ku yek ji wan jineke 30-35 salî ye û wan gotiye dê li ser wê lêpirsînê bikin."

Komeleya Wêjekarên Kurd Kanûna Paşîn a 2020î ji aliyê hinek nivîskarên Kurd ve bi armanca pêkanîna hevdengiyê û bipêşxistina wêje û zimanê Kurdî li bajarê Amedê hatiye damezirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst